NY xwest konsulxana Erebistanê li Istenbolê bikeve ber lêgerînê
Lêgera Taybet a NT di dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî da xwest ku konsulxana Erebistanê ya li Istenbolê wekî cihê cinayeta kuştina wî rojnamevanê rexneker ê seûdî bikeve ber lêgerînê.
NT duh rapotera vê sazîyê ya di karên kuştinên derveyî-qanûnê û xweserêxwe da, ji bo lêkolîna derheq dosîya kuştina Cemal Qaçiqçî da erkdar kir.
Lêgera Taybet a NT di dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî da Agnès Callamard şeva buhurî herwiha ragihand ku dixweze bi sefîrê Erebistanê li Tirkîyê ra hevdîtinê pêk bîne.
Herwiha biryar e ku parêzerekî ingilîsî û zanyarekî portugalî di dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî da alîkarîya Agnès Callamardê bikin.
NY ragihand ku ev koma sêkesî yê di 28`ê Çillê da ji bo destpêkirina lêkolînên têkildarî dosîya kuştina Qaşiqçî bera xwe bide Tirkîyê.