Perwîn Boldan: Leyla Guven hat azadkirin / Greva birçîbûnê dê were domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300644-perwîn_boldan_leyla_guven_hat_azadkirin_greva_birçîbûnê_dê_were_domandin
Perwîn Boldan li axaftinekê tevî amajeya bi azadiya Leykla Guvenê, ji nûçegihanan ra got: Greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dê were domandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2019 15:36 Asia/Tehran
  • Perwîn Boldan: Leyla Guven hat azadkirin / Greva birçîbûnê dê were domandin

Perwîn Boldan li axaftinekê tevî amajeya bi azadiya Leykla Guvenê, ji nûçegihanan ra got: Greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dê were domandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Evrenselê, Leyla Guven, parlementera zindanî ya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ku ev 79 roj in ketiye greva birçîbûnê, îro li pey dayîna biryara azadiya wê ji aliyê baska 9 ya Dadgeha cezayî ya Diyarbekirê bi pêşwaziya çalak û siyasetvanên Kurd ên Tirkiyê ji zindana Diyarbekirê hat azadkirin.

Kesên ku jibo pêşwaziya ji Leyla Guvenê li derdora zindana Diyarbekirê kom bûbûn, bi bilindkirina dirûşmeyên weke "Leyla Guvem şanaziya me ye", ji ber azadiya vê jina siyasetmedar a Kurd, cejn û şahî kirin.

Perwîn Boldan li axaftinekê tevî amajeya bi azadiya Leyla Guvenê, ji nûçegihanan ra got: Biryara azadkirina Leyla Guvenê ji aliyê dadgehê va gellek erênî bû.

Emê Leyla Guvenê bibin mala wê û greva Leylayê dê hema wisa were domandin.