Derewzanîna îdiayên derbarê hewildana jibo sextekariyê li Hilbijartina şaredariyên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300633-derewzanîna_îdiayên_derbarê_hewildana_jibo_sextekariyê_li_hilbijartina_şaredariyên_tirkiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê îdiayên derbarê hewildana partya serdest jibo guhertina dengên hilbijartina 31ê Adarê ya şaredariyan li vî welatî derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2019 13:08 Asia/Tehran
  • Derewzanîna îdiayên derbarê hewildana jibo sextekariyê li Hilbijartina şaredariyên Tirkiyê

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê îdiayên derbarê hewildana partya serdest jibo guhertina dengên hilbijartina 31ê Adarê ya şaredariyan li vî welatî derew zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Silêman Soylû roja Şemiyê derbarê hilbijartina şaredariyên Tirkiyê di 31ê Adara 2019an da destnîşan kir ku "dê em rê nedin ti kesî ku bi derewan gumanekê li pêvajoya hilbijartinê pêk bîne".

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê her wiha îdia kir: "Hilbijartina 31ê Adarê bi awayê dîcîtal pêk tên, lê tevî vê yekê dengwergirtin û hejmartina dengan destî ye, lê çavdêriya tam li ser vê pêvajoyê heye".

Soylû got: Konseya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê bersiva bibelge raberî huin kesan kir ku gotegota beşdariya kesên mirî li hilbijartina 31ê Adarê hilêxistibûn, kir.

Li gorî bernameya ragihandî hilbijartina herêmî û şaredariyên Tirkiyê bi armanca diyarkirina şaredarên bajarên 81 parêzgehên vî welatî dê roja 31ê Adara 2019an were lidarxistin.