Artêşa Tirkiyê baregehên YPGê li Til Refeta Sûriyê dan ber êrîşên topxaneyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300622-artêşa_tirkiyê_baregehên_ypgê_li_til_refeta_sûriyê_dan_ber_êrîşên_topxaneyê
Artêşa Tikriyê baregehên Kurdên Sûriyê li navçeya Til Refetê li dorhêla bakurî ya Helebê dan ber êrîşên topxaneyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2019 07:41 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê baregehên YPGê li Til Refeta Sûriyê dan ber êrîşên topxaneyê

Artêşa Tikriyê baregehên Kurdên Sûriyê li navçeya Til Refetê li dorhêla bakurî ya Helebê dan ber êrîşên topxaneyê.

Li gorî rapora Reutersê, Atêşa Tirkiyê roja Îniyê careka din baregehên Yekîneyêîn Parastina Gel (YPG) li navçeya Til Refetê li bakurê Sûriyê dane ber êrîşê.

Til Refet li 20 Kîlomitriya rojhilata bajarê dagirkirî yê Efrînê ye û ji dema destdirêjiya Tirkiyê ser vê navçeyê bi navê Operasiyona Çiqla Zeytûnê ketiye bin dagirkeriya hêzên çekdar ên Tirkiyê û têrorîstên koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê.

Êrîşa leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê bi navê Şiqla Zeytûnê ji 20ê Çileya 2018an va dest pê bû. Li vî halî, Wezareta karên derve ya Sûriyê ev karê Tirkiyê wek binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê da zanîn.

Enqere îdia dike ku YPG ser bi PKKê li Sûriyê ye û li gorî xwe wê wek komeka têrorîst binav dike.