Erdogan: Bo operasyona Sûriyê 21 sal berê me destûr standiye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 25ê Çile li bajarê Erzeromê careke din gefa operasyona li dijî kurdên Sûriyê û rojhilatê Firatê xwar û got ku wan dema bavê Beşar Esad anku Hafiz Esad 21 salan berê bi rêkeftina Edeneyê re destûra operasyona di nav Sûriyê de li dijî PKKê wergirtiye.
Herwiha Erdogan got, “Hewce nake hinek me dawetî nava axa Sûriyê bikin. Me bi rêkeftina Edeneyê îmze standiye. Ev îmze dema pêşhateke nexweş çêbe rê li ber ketina me ya nav wan erdan vedike.”
Rêkeftina Edeneyê cara yekem, di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a du roj berê de hat rojevê ku Tirkiye dixwaze li rojhilatê Firatê û li dijî kurdên Sûriyê û ji xwe re herêmekê li wir ava bike.
Erdogan berevajî daxuyaniyên Amerîkayê got ku divê herêma ewle ya bê avakirin bi temamî di bin kontrola Tirkiyê de be.
Li aliyê din berpirsên PYDê û TEVDEMê jî aşkere dikin ew razî nabin herêma ewle yan jî herêma tampon di bin kontrola Tirkiyê de bin, çûnku Tirkiye qet bêteref nîne û bi eşkera dijminatiya kurdan dike. Herwiha ew daxwaz dikin ew herêma ewle divê di bin kontrola Neteweyên Yekgirtî bibe.