Raportera NY ji bo lêkolîna ser kuştina Xaşuqcî diçe Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300594-raportera_ny_ji_bo_lêkolîna_ser_kuştina_xaşuqcî_diçe_tirkiyê
Raportera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên îdamên bêqanûnî û bi serê xwe sefera bi zûtî dê sefera Tirkiyê bike ji bo lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ser kuştina Cemal Xaşuqcî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2019 09:49 Asia/Tehran
  •  Raportera NY ji bo lêkolîna ser kuştina Xaşuqcî diçe Tirkiyê

Raportera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên îdamên bêqanûnî û bi serê xwe sefera bi zûtî dê sefera Tirkiyê bike ji bo lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ser kuştina Cemal Xaşuqcî.

Li gor rapora IRNA, Agnès Callamard (Kalamard) duh got ku biryar e hefteya tê ji bo lêkolîna ser kuştina rojnamevanê nirxankarê Rejîma Siûdî Cemal Xaşuqcî dê serdana Tirkiyê bike.

Sefera Callamardê ya Tirkiyê ji 28 Çileyê heya 3 Sibatê dê berdewam bike. Encama lêkolînên  Agnès Callamard li bara kuştina Xaşuqcî dê raberî civîna 19 Tîrmehê ya Konseya Mafê Mirovan a NYê were kirin.

Dijber û nirxankarê Rejîma Siûdî Cemal Xaşuqcî roja sêşemê 2 Cotmeha 2018 kete konsolxana Erebistana Siûdî li Stenbolê lê jê derneket û Rejîma Siûdî jî ji ber zext û zora civaka navneteweyî piştî 18 rojan ser vê yekê li 19 Cotmehê îtiraf kir ku Xaşuqcî li konsolxana vî welatî hatiye kuştin. Lê kuştina wî avête sikura mirovên serbixwe.

Cemal Xaşuqcî di nav lîsteya dijberên Rejîma Siûdî de yên ku divê werin girtin cih girtibû ji ber vê yekê ew çûbû Tirkiyê.