Leyla Guven hate berdan
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven ku 79 roj in li dijî tecrîdkirina serokê PKKê yê zîndanî Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, hate berdan.
Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye di rûniştina doza wê ya kes beşdar nebû hat berdan.
Rûniştina 5emîn a doza Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ya li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven bi tometbariya "Rêxistina bi çek avakirin û birêvebirin", "Propaganda rêxistinê kirin" û "Muxalifeta li dijî qanûna hejmara 2911'an" dihat darizandin. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û parêzerên wê û kes beşdarî rûniştinê nebû.
Heyeta dadgehê komkirina delîlên di dosyeyê de li ber çavan girt û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara berdana Leyla Guven da. Guvenê 8 Mijdara 2018an dest bi greva birçîbûnê kiribû.