Êrişên Topxana artêşa Tirkiyê ser Tel Refetê berdewam dikin
Artêşa Tirkiyê ku bi alîkariya terorîstên radîkal ên ser navê Artêşa Sûriya azad bajar û devera Efrînê li bakura rojavaya Sûriyê dagîr kiriye ji duh ve deverên derdora Tel Refetê bombebarn û gullebaran dikin, hat îdia kirin ku artêşa Tirkiyê 12 cihên ku tê gotin hêzên YPG li wir in dane ber gullên topxanê.
Li gor nûçeya Kurdpressê ku ji zarê rojnama tirkan a Cumhuriyetê weşandiye, Bombebarn û gullebarana hin deverên Tel Refetê li başûra Rojhilata Efrînê ye ji duh hevdemê sefera serokomarê Tirkiyê Erdogan bo Moskowê despê bûye ku duh jî berdewam kir û rojnama hanê ya Tirkiyê îdia dike ku artêşa Tirkiyê 12 xalên ku pêgehên YPG li wir in kirine hedefa êrişên xwe.
Erkantiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê îdia dike ku topxana wan çeperên YPG li gundê şêx Îsa li Tel Refetê û gundê Harbîl li başûra Marie û deverek di navbera Tel Refetê şû Marie kirin hedef.
Duh jî artêşa tirk 5 nuqte li Tel Refetê kiribûn hedefa êrişên xwe.
Li Tel Refetê artêşa Rûsyayê bargehên xwe hene û hin çavkaniyan diyar kirine ku Rûsyayê îzna vê êrişê daye Tirkiyê û heta hin çavkaniyan jî îdia kirine ku Rûsyayê cihên YPG ji artêşa Tirkiyê re nîşan dide.