Rexneya wezîrê karê derve yê Tirkiyê ji xwetêkeliyên Amerîka li karûbarên Venezuelayê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji mudaxileya Amerîka û hin welatên din ên hevrê digel Amerîka li nav karûbarên hundirî yên Venezuelayê rexne kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoluyê, Mewlûd Çavuşoglu Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji mudaxileya Amerîka û hin welatên din yên hevrê digel Amerîkayê li nav karûbarên hundirî yên Venezuelayê rexne kir û ragihand li halê ku li Venezuelayê serokkomarek heye ku xelkê ew bijartiye serokê parlemana vî welatî yê ji ser kar wêdadayî hema bi palpiştiya Amerîka bi neqanûnî xwe wekî serokkomarê berwext dide nasandinê.
Mike Pence (Mayîk Pêns) alîkarê serokkomarê Amerîka sêşemêşev bilî viya ku îdia kir Maduro serokkomarê Venezuelayê dîktator e hema bi eşkera ragihand ku Waşîngton ji her cure aloziyek ji bo sernixûnkirina dewleta Venizoêlayê piştevaniyê dike.
Berî viya serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro derheq mudaxileya Amerîkayê li welatê xwe û kiryara serokê dijberan ya xwe wek serokomar daye nasandinê, bertek nîşan da û got qet li hemberî van kiryaran xwe natewîne û teslîm nabe.
Maduro got: Amerîka bi dasepandina serokomarekî berwext li xelkê Venezuelayê şaşitiyeke mezin kiriye.
Maduro piştî vê yekê pêwendiyên navbera Venezuela û Amerîkayê qut kirin û diyar kir ku divê heya 72 saeta dîplomatên amerîkî derfet hene terka Venezuelayê bidin.
Juan Guaido serokê Kongreya Neteweyî ya Venezuelayê ku ji ser vê postê hatibû hilanînê, duh xwe wek serokomarê berwext ê Venezuelayê da nasandin, piştî vê yekê serokomarê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ji wî diyar kir û gef li hikûmeta qanûnî ya Maduro xwar.
Çend rojan berî niha serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro di nav nûçegihanan de got ku şêwirkarê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton planekê ji bo çêkirina alozî û bêserûberiyê di nav Venezuelayê de û roxandina hikûmeta vî welatî bi rê ve dibe.