Erdogan: Befirekirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê berdewam dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li press konferansa xwe û serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser befirekirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê sekinî.
Erdogan li press konferansa xwe ya îro li Moskowê ku Pûtîn jî tê de beşadr bû bal kişand ser danûstandinên ticarî navbera du welatan ku gihêştiya 26 milyard Dolaran û got: Hevkarî û pêwendiyên du welatan li gişt mijaran bi serketin ve berdewam dike û Enqere pêşewaziya berfirebûna pêwendiyan dike.
Erdogan got: derheq rakirina vîzayê navbera du welatan hin lihevikirin bi serokomar Pûtîn re pêk hatine ku bi zûtî wê bikevin meriyetê.
Erdogan herwiha li bara hevkariyên navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê ser Sûriyê jî got: Rûniştinên sê alî bi beşdariya serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û serokomarê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dê berdewam bikin û ev rûniştin meha tê li Rûsyayê dê were lidarxistin.
Serokomarê Tirkiyê desnîşan kir ku di çarçova hevkariya bi welatên dost û heval de em ê gavên lezgîn ji bo çareseriya krîza Sûriyê rakin û di demeke kurt de divê ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê pêk were.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh ji bo gotûbêja bi serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re ser rewşa Sûriyê û pêwendiyên du welatan bona sefereke yek rojî çû Moskowê.