Ketana 10 metr berf li Mûşê
Li hin deverên parêzgeha Mûşê ya kurdên Tirkiyê bilindahiya berfa ketî digihêje 10 metran û riya 9 gundên vê parêzgeh bi tamî hatine girtin.
Televîziyona NTV ragihand ku ji hefteya berî viya li parêzgeha Mûşê berf dibare û niha bilindahiya berfa ketî li hin deverên vê parêzgehê digihêje 10 metran û riya 9 gundên vê parêzgeh bi tamî hatine girtin.
Şaredariya Mûşê ji bo vekirina riya gundên ku pê berfa 10 metrî dorpêç bûne tîmeke taybet pêk aniye û ev tîma dixebite bi makîneyên rêvekirinê riya gundên hanê veke.
Ketina berfa 10 metrî li hin deverên parêzgeha Mûşê bala medya û kanalên Civakî ber bi xwe kişandiye û tîma taybet a şaredariya Mûşê jî wêneyên balkêş ji berfa hanê diweşînin ku bala gelek ji bikarberên kanalên civakî ber bi xwe kişandiye. Tîma hanê dixebite heya sê rojan riya gundên dorpêçbûyî veke.