Pêgiriya Erdoxên li ser radestkirina bajarê Minbica Sûriyê bo dewleta Şamê
Çile 22, 2019 08:34 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê li ser radestkirina bajarê Minbicê li bakurê Sûriyê bo dewleta vî welatî (Sûriye) pêgirî kir
Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxanê serokoamrê Tirkiyê roja Duşemiyê li axaftinekê got: Dewleta Enqerê çav bernedaye axa aliyên din û dê Minbicê jî radestî dewleta Sûriyê bike.
Serokomarê Tirkiyê her wiha li ser şerê dijî komên kurd ên çekdar li bakurê Sûriyê û nêzikî sînorê Tirkiyê pêgirî kir.
Erdoxên her wiha qala sefera xwe bo Rûsiyê û hevdîtina bi Vladîmîr Pûtînê serokomarê vî welatî di heftiya tê da kir.