Derketina çekdarên amerîkî ji Sûriyê; Mijara gotûbêja Pompêo û Oxlûyî
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Duşemiyê li têkilliya bi rêya têlêfonê tev hevtayê xwe yê tirkiyeyî derbarê dawîn rewşa bakurê Sûriyê û biryara Trump jibo derketina hêzên aemrîkî ji Sûriyê axivî.
Li gorî rapora IRNAyê, Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li pêwendiya xwe ya bi rêya têlêfonê tev Mewlûd Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê careka din li ser dilgiraniyên li sînorê Tirkiyê û Sûriyê û di eynî demê da parastina mîlîtanên Kurd pêgirî kir.
Donald Trumpê serokomarê Tirkiyê roja 19ê Kanûna 2018an ragihand: Hêzên Amerîkayê di heyameka 30 rojî ji Sûriyê derdikevin, lê piştî bertekên nerênî, ragihand ku ev derketin dê hêdî û di heyama 120 rojan be.
Nakokiya navbera mîlîtanên Kurd ên sûrî û dewleta Tirkiyê yek ji hokarên paşdeketina vê biryarê ye; Ji ebr ku Tirkiyê bi caran êrîşî ser baregehên kurdên Sûriyê kiriye û ev dilgiranî heye ku bi derketina Amerîkayê, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê zêdetir bibe.