Rojnama Cimhûrîyetê: Navça navbirr li Sûrîyê telika Amerîkayê ye
Nivîskarekî Rojnama Cimhûrîyetê dibêje ku plana navça navbirr li Sûrîyê telika Amerîkayê ye.
Mehmetelî Guller nivîskarê Rojnama Cimhûrîyetê di meqaleyekê da dinivîse: Erdogan û Trump destpêkê di 14`ê Kanûna 2018`an û paşê jî di 14`ê Çillê sala 2019`ê da gotûbêj kirin û derheq du mijaran lihev kirin. Yek vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê û dewama çalakîyên biwekalet ên Amerîkayê ji hêla AKP`ê. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi caran ragihand ku Erdogan soz daye ku kurdên Sûrîyê biparêze. Çawan ku gotinên ku ji hêla qesra serokoartîya Tirkîyê va jî tên belavkirinê vê yekê nîşan didin ku Tirkîyê tu pirsgirêkek bi kurdan ra tineye, heta Rêvebirê Navenda Peywendîyên Giştî ya Serokomartîya Tirkîyê Fexredîn Altûn jî digot ku em piştgirê kurdan ne. Erdogan jî digot ku xortên sûrî dema hîç bijareyek li ber wan nebe diçin tevlî PYD`ê dibin. Mijara duyem a ku serokomarên her du welatan liser lihev kirin navça ewleh bû ku Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê ji bo amadekirina wê bi planeke pêncxalî hat Enqerê. Yek ji xalên wê planê hevkarîya di warê hewayî li bakura rojhilata Sûrîyê ji bo girtina pêşîya derketina nakokîyê bû. Ji ber ku ji bo kivşkirina navçeyeke ewleh di pişka bejayî da jî damezirandina navça qedexe ji bo firîna balafiran jî pêwîst xûya dikir. Lê berî seredana Bolton a Enqerê, gotinên wî li Israyîlê ew ji rola navbeynkarîyê têkildarî navça ewleh dûr xistin. Navça ewleh dav û telika amerîkî yer. Lawazîya Tirkîyê jî di vir de ye ku ji hêla dewletekê va tê birêvebirin ku hertim bi dû fethkirinê ye. Dewleta ku dibêje bakura Sûrîyê ji bo Mîsaqa Netewî pêwîst e, ji destpêka qeyrana Sûrîyê va xwazyarê damezirandina navçeyeke serbixwe ji bo Artêşa Azad a Sûrîyê bû.Lê divê çend xal bên berçavgirtinê:
1- Navça ewleh çi ji bo koma têrorîst a PKK`ê û çi ji bo Artêşa Azad a Sûrîyê be, yê di dawîyê da Sûrîyê perçe bike.
2- Lihevkirina digel Amerîkayê têkildarî navça ewleh muzakirên Astanê dixe bin pîyan û Tirkîyê derdixe pêşberî Îran û Ûrsêtê.
3- Lihevkirina digel Amerîkayê liser mijara navça ewleh li Sûrîyê vê carê Tirkîyê derbasî şerekî li hemberî Sûrîyê dike ku eva jî sênaryoya herî xirab ji bo navçê ye.