Destjikarkişandina komkî ya 300 endamên AKP`ê li Antalyayê
300 endamên rêxistina Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AKP) li parêzgeha Antalyayê bi awayê komkî ji AKP`ê veqetiyan û tevlî Iy Partiyê bûn.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnameya Cumhuriyetê, 300 kes ji endamên Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AKP) li parêzgeha Antalyayê bi destkişandina komkî ji vê partiyê, tevlî Iy Partîyê bûn.
Van kesan tevî îstîfaya ji AKP`ê bi amadebûna li rêxistina Iy Partiyê li Antalyayê bi hevpeyivîneka çapemeniyê endmtiya xwe li Iy Partiyê ragihandin. Yûsif Ozturk endamê berê yê AKP`ê li rêxistina Antalyayê li axaftinekê tevî amajeya bi vê kiryara 300 kes ji endamên AKP, got: Em di serdemekê da ne ku berhemanîn li nav welêt hatiye rawestandin û cotkar di rewşeka pirr xerab da ne. Em jibo nîşandana nerzîtiya xwe li hemberî hikûmetekê ku jibo sûriyan her cûre îmkan û derfetek dabîn kiriye û bala xwe nade ser welatiyên xwe, ji AKP vediqetin.
Ehmed Aydîn, Serokê rêxistina Iy Partiyê li parêzgeha Antalyayê jî tevî amajeya bi endamtiya van kesan li Iy Partiyê, destnîşan kir: Baweriya me bi gelê me heye. Dema ku em biryardana wan a edlane dibînin, ev coş û kelecaneka mezin dide me. Em sozê didin ku bona ku bikarin di vê rêkê da bi ser bikevin û xizmeta gelê xwe bikin, bi şev û rojê bixebitin.