Erdogan: Tirkîye amade ye ewlehîya Minbicê bigire destê xwe
Çile 21, 2019 06:41 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di axavtineke telefonî digel Serokomarê Amerîkayê Donald Trump da ragihand ku Enqere hez dike demlidest ewlehîya şarê Minbicê bi dû teqîna vê dawîyê li vî şarî bigire destê xwe.
Serokomarê Tirkîyê şeva buhurî di wê axavtina telefonî da herwiha ragihand ku amade ye di warê sekinîna li hemberî DAIŞ`îyên mayî li Sûrîyê û girtina pêşîya bihêzbûna dubare ya vê komê hevkarîyê bike.
Çarşema buhurî teqînek li nêzîkî maşîna hêzên gerok ên amerîkî li Minbica Sûrîyê qewimî ku di encamê da çend leşker hatin kuştinê.
Niştecihên Minbicê vê dawîyê ji Artêşa Sûrîyê xwestibûn ku ji bo sekinîna li hemberî êrişa ihtimalî ya Enqerê ser vê deverê, hêzên xwe bişîne.