53 hezar sûrî dikarin di hilbijartinên Tirkîyê da pişkdar bibin
Çile 21, 2019 06:40 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand: 53 hezar sûrîyên ku mafê welatîbûnê li Tirkîyê wergirtine dikarin di hilbijartinên şaredarîyên vî welatî ku yê di meha Adarê da bên lidarxistinê pişkdar bibin.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu ragihand: Tenê ew sûrîyên ku mafê welatîbûnê li Tirkîyê wergirtine dikarin di hilbijartinên şaredarîyan da pişkdar bibin ne ewên ku li Tirkîyê ne.
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê herwiha got: 3 milyon û 632 hezar û 622 sûrîyên di bin piştgirîya navnetewî da li Tirkîyê dijîn.