Îbrahîm Kalin: McGurk propagandaya PKKê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300436-Îbrahîm_kalin_mcgurk_propagandaya_pkkê_dike
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê gotara Brett McGurk de axivî û ji Brett McGurk ra got: Tu propagandaya PKKê dikî.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2019 06:45 Asia/Tehran
  • Îbrahîm Kalin: McGurk propagandaya PKKê dike

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê gotara Brett McGurk de axivî û ji Brett McGurk ra got: Tu propagandaya PKKê dikî.”

Nûnerê berê yê Serokomarê Amerîkayê yê di Şerê Dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê rewşa dawî a li Sûriyê ji rojnameya Washington Post re gotarek amade kir. Di gotara xwe de Mc Gurk gotiye: Hêzên ku Tirkiye li Sûrîyê alîkariya wan dike, beşek mezin ji wan îslamî û radîkal in û nikarin bibin alternatîfa HSDê. Herwiha McGurk amaje bi wê yekê jî kiriye ku Amerîka di stratejiya xwe ya li gel HSDê de, di rêyek rast hilbijartiye ji ber ku HSD dikare bibe alternatîveke baş li Sûriyê.

McGurk, piştî ku behsa sebeba dest ji kar berdana xwe dike, dabû zanîn ku eger Amerîka li gorî daxwazên Tirkiyê hereket bike, dê alozî zêde bibe, bi sedhezaran kurdên ku di şerê DAIŞê de berdêlên giran dane, dê koçber bibin û jiyana Kiristiyanên li Suriyê jî dê bikeve bin metirsiyê. Brett McGurk piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê dev ji erka xwe berda bû.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser rûpela xwe ya tweterê derbarê gotara McGurk da wiha nivîsand:"Analîza te ne rast e. Tohmetên te yên li ser Tirkiyê dûrî aqilan e. Bi tenê propagandayeka dûbare ya PKKê ye. Tirkiyê jiyana bi hezarên ereb, kurd, asûriyên Sûriyê parastine. Tu hewl didî PKKê li ser piyan bihêlî.”