Hikmê girtina bi dehan kes ji kedkarên artêşa Tirkiyê
Hikmê girtina bi dehan kes ji kedkarên artêşa Tirkiyê bi tawana peywedniya bi koma Gulen re hat dayîn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên nûçan li bara dayîna hikmê girtina 72 kes ji kedkarên artêşa Tirkiyê bi tawana peywedniya bi koma Gulen re agahiyan didin.
Hejmarek ji van kesana hin esker in ku tim li artêşa Tirkiyê mijûlî xebatê ne.
Li gorî nûçên vê dawiyê hêzên ewlehiyê operasyonek bona girtina van kesana destpê kirine.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencam a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen bi xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.