Zêdebûna îflasa kompaniyan li Tirkiyê
Bi zêdebûna sedî 10`ê ya îflaskirina kompaniyan li TIrkiyê, hejmara van kompaniyan di sala 2018`an de gihîşte zêde ji 15 hezarî.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Navenda Hilkolandina Rewşa Aborî ya Komara Tirkiyê ragihand: Di sala 2018`an de hejmara kompaniyên îflaskirî di vî welatî de anegorî sala buhurî sedî 10 zêde bûye û gihîştiye 15 hezar û 400 kompaniyan.
Anegorî texmîna vê navenda aborî ya Tirkiyê, hejmara kompaniyên îflaskirî yên vî welatî di sala 2019`an de wê sedî 6 zêde bibe û bigihîje 16 hezar û 200 kompaniyê.
Di sala buhurî çend kompaniyên mezin û bihitbar ên Tirkiyê xwestine ku nijyara bi milyaran dolar qerên derveyî were çaksazîkirin. Sehama pişka bankî ya Tirkiyê jî sedî 6.4 daketiye û bi giştî daketina nirxa Sehama pişka bankî ya Tirkiyê di sala buhurî de gihîştiye sedî 37`an.
Herwiha di sala buhurî mezineya Bazara Bûrs a Tirkiyê nêzî sedî 18 kêm bûye.