Xwenîşandana dijî Amerîkayê li Stenbûla Tirkiyê
Welatiyên Tirkiyê wek berteka li hemberî gefên vê dawiyê yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li dijî Tirkiyê li hemberî konsolxaneya wî welatî li Stenbûlê xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Welatiyên Tirkiyê roja Sêşemiyê bi amadebûna li ber konsolxaneya Amerîkayê li Stenbûlê, dirûşmeya "Mirin jibo Amerîkayê" û "Tirk û Kurd bira ne" bilind kirin.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê vê dawiyê bi Twitterekê gef li Tirkiyê xwar û ragihand: "Eger Enqere êrîşî ser mîlîtanên Kurd li bakurê Sûriyê bike, Amerîka dê abora Tirkiyê bike armanc".
Li vî warî da, Cem Dîkmen, Alîkarê serokê Partiya Wetenê ya Tirkiyê li vê xwenîşandanê got: Gefên aborî yên Trump li dijî Tirkiyê bi rûçirîtî û bêşermî bûn û gelê vî welatî dê bersiveka baş bidinê".
Gotinên trump tûşî bertekên tund ên aliyên siyasî û medyayî yên Tirkiyê bûn û gellekên wan daxwaza bersiva tund a rayedarên Tirkiyê li hemberî gefên serokomarê Amerîkayê kirine.