Erdogan: Me biryara rawestandina êrişa ser YPG`ê da
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku wî û Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li hev kirine û wî bi dû wê gotûbêja telefonî biryar daye opêrasyonên artêşa Tirkîyê dijî YPG`ê rawestîne.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan îro dema axavtina nav koma endamên partîya xwe ragihand: Em dixwazin ku hemî dinya bizane ku PKK, YPG û PYD digel DAIŞ`ê hîç demekê nikarin nêzîkî me bibin.
Wî herwiha got: Me û Amerîkayê encameke cida bi dest xist, ew amadekarîyên ji bo lidarxistina opêrasyona leşkerî ku di meha buhurî da hatin kirinê kuta bûn lê, min bi rêya telefonê digel Trump qise kir û wî got ku ew ê serbazên amerîkî ji Sûrîyê vekişîne û me jî got ku em opêrasyona xwe paşda dixin.
Nivîsgeha Serokomarîya Tirkîyê ragihand: Donald Trump û Receb Teyîb Erdogan di wê gotûbêja telefonî da derbarê rewşa Sûrîyê da xeber dane ku Erdogan gotîye: Trump basa kivşkirina wê navça ewleh kirîye ku me biryara wê heye ku heke alîkarîya darayî û locêstîk bigihêje me em ê wê damezirînin û vê yekê jî erênî dibînin.
Berdevka Qesra Sipî Sara Sêndêrzê jî ragihand ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di axavtina telefonî ya digel Serokomarê Tirkîyê Receb teyîb Erdogan da vîna xwe ji bo hevkarîya bi merema nehîştina dilgiranîyên Tirkîyê yên têkildarî ewlehîyê yên li bakura Sûrîyê ragihand.
Sandêrzê herwiha got: Trump, Erdogan haydar kirîye ku zîyanê negihîne şervanên kurd, ew hevpaymanê hêzên amerîkî li Sûrîyê ne.