Berteka rayedarê partiyeka Tirk li hemberî gefên Trump dijî Enqerê
Serokê Partiya Wetenê ya Tirkiyê ji dewleta vî welatî xwest ku bersiveka tund bide gefên abûrî yên vê dawiyê yên serokomarê Amerîkayê li dijî Tikriyê.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Serokê Partiya Wetenê ya Tirkiyê, Doxû Prînçek (Doğu Perinçek) roja Duşemiyê wek berteka li hemberî gefa Twitterê ya Donald Trumpê serokomarê Tirkiyê derbarê vê yekê ku "Heke Tirkiye êrîşî ser mîlîtanên Kurd li bakurê Sûriyê bike, dê Amerîka Abûra Tirkiyê bike armanc", got: Baştirîn bersiva bo vê gefê hevkariya Enqerê digel Şamê jibo pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyê ye.
Serokê Partiya Wetenê ya Tirkiyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku dema wê yekê gihîştiye ku Enqere balyozxaneya xwe li şamê vebike, got: Bêguman têkçûnê li pey hev ên Amerîkayê li navçeyê, ev welata neçar kiirye ku hêzên xwe ji Sûriyê paşve bikişîne.