Armanca rayedarên Tirkiye û Israîlê ji dewama devûjeniyên vê dawiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300233-armanca_rayedarên_tirkiye_û_israîlê_ji_dewama_devûjeniyên_vê_dawiyê
Rojnameya siyonîst armanca Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Israîlê û Erdogan serokomarê Tirkiyê ji devûjeniyên vê dawiyê hewldanek jibo sûdwergirtina ji wê li hilbijartina pêşerojê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2019 13:17 Asia/Tehran
  • Armanca rayedarên Tirkiye û Israîlê ji dewama devûjeniyên vê dawiyê

Rojnameya siyonîst armanca Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Israîlê û Erdogan serokomarê Tirkiyê ji devûjeniyên vê dawiyê hewldanek jibo sûdwergirtina ji wê li hilbijartina pêşerojê da zanîn.

Li gorî rapora Radyo Tirkî ya Istenbûlî ya IRIB Newsê, Rojnameya The Jerusalem Post vê dawiyê li şiroveyekê tevî amajeya bi hûrgilliyên hilbijartina herêmî ya Adara 2019an li Tirkiyê û hilbijartina seranserî ya Nîsana 2019an li erdên dagirbûyî, nivîsî: Her çiqasî Israîl û Tirkiye li hilbijartina seranserî nêzik dibin devûjenuiyên navbera rayedarên du aliyan dê gurrtir bibin.

"The Jerusalem Post"ê nivîsî: Tevahiya karzanên mijarên navçeyê li ser vê yekê yekhelsêt in ku armanca devûjeniyên vê dawiyê navbera serokên Israîl û Tirkiyê propaganda û bandordanîna li ser xwedîdenagn û wergirtina dengê wan e.

Li gorî nivîsîna vê rojnameya siyonîst, her wiha karzan li ser vê bawerê ne ku pêştir jî pirsgirêkên dijwartir li ser rêya baştirkirina Tirkiye û Israîlê hebûn ku piştra ev pêwendî ji nû va vegeriya rewşa asayî.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye yekem welatê Îslamî ye ku di sala 1949an Rêjîma dagirker a Siyonîst bi fermî nas kir.