Pervin Buldan: Ocalan û birayê xwe hevdu dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300218-pervin_buldan_ocalan_û_birayê_xwe_hevdu_dîtin
Heveroka HDPê Pervin Buldan aşkere kir ku duh birayê Serokê PKKê (yê di zîndanê) Abdullah Ocalan, li zîndana Îmraliyê pê re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2019 08:18 Asia/Tehran
  • Pervin Buldan: Ocalan û birayê xwe hevdu dîtin

Heveroka HDPê Pervin Buldan aşkere kir ku duh birayê Serokê PKKê (yê di zîndanê) Abdullah Ocalan, li zîndana Îmraliyê pê re hevdîtin pêk anî.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Pervin Buldan li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya twetterê da zanîn ku duh Mehmed Ocalan birayê Serokê PKKê Abullah Ocalan serdana wî kiriye û ligel wî civiya ye. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Mehmed Ocalan ragihandiye rewşa tendurustiya Ocalan baş e û wê heta çend rojan daxuyaniyekê derbarê rewşa wî da belav bikin.

Ji aliyê din ve biraziyê Abdullah Ocalan û Parlementerê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan jî aşkerekiribû ku duh hevdîtin di navbera Mehmed Ocalan û Abdullah Ocalan de pêk hatiye.

Serokê PKKê Abdullah Ocalan piştî bi dawîbûna proseya çareseriyê di sala 2015an de ne ligel malbata xwe ne jî ligel parêzerên xwe hevdîtin pêk neanîbû.