Sed rojan piştî kuştina Xaşiqcş: Xwenîşandana li ber konsolxana Erebistanê li Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300151-sed_rojan_piştî_kuştina_xaşiqcş_xwenîşandana_li_ber_konsolxana_erebistanê_li_stenbolê
Endamên Efûya Navneteweyî bi kombûna li ber konsolxana Erebistana Siûdî li Stenbolê, navê Cemal Xaşiqcş rojnamevanê nirxankarê Rejîma Siûdî danîn ser kolana ku ew ji wir çûbû konsolxanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2019 09:13 Asia/Tehran
  • Sed rojan piştî kuştina Xaşiqcş: Xwenîşandana li ber konsolxana Erebistanê li Stenbolê

Endamên Efûya Navneteweyî bi kombûna li ber konsolxana Erebistana Siûdî li Stenbolê, navê Cemal Xaşiqcş rojnamevanê nirxankarê Rejîma Siûdî danîn ser kolana ku ew ji wir çûbû konsolxanê.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Endamên Efûya Navneteweyî ya beşa Tirkiyê li sed rojiya kuştina Xaşiqcş li ber konsolxana Erebistana Siûdî li Stenbolê civiyan û kuştina wî protesto kirin û navê Xaşiqcî danîn ser kolana ku ew ji wir çûbû konsolxanê.

Cemal Xaşiqcî rojnamevanê nirxankarê Rejîma Erebistana Siûdî li 2 Cotmeha  2018 ji bo karê xwe yê şexsî çûbû Konsolxana Rejîma Siûdî li Stenbolê, lê qet sax jê derneket û piştî 18 rojan Rejîma Siûdî ji ber zext û zora civaka cîhanî neçar ma ku îtiraf bike ew hatiye kuştin û kuştina wî jî xiste sikura mirovên xweser.