Erdogan: Êrişa ser rojhilata Firatê wê bi zûtî destpê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300056-erdogan_Êrişa_ser_rojhilata_firatê_wê_bi_zûtî_destpê_bibe
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê li axivtina xwe ya heftane li Civîna Fraksyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Parlemanê ragihand: Welatê wî şertê amerîkiyan a ji bo piştgîriya ji Kurdên Sûriyê qebûl nekiriye û wê bi zûtî operasyona jinavbirina komên terorîst ên li Sûriyê destpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2019 13:41 Asia/Tehran
  • Erdogan: Êrişa ser rojhilata Firatê wê bi zûtî destpê bibe

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê li axivtina xwe ya heftane li Civîna Fraksyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li Parlemanê ragihand: Welatê wî şertê amerîkiyan a ji bo piştgîriya ji Kurdên Sûriyê qebûl nekiriye û wê bi zûtî operasyona jinavbirina komên terorîst ên li Sûriyê destpê bike.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê rojnama Yeni Şafakê, serokomarê Tirkiyê, Recep Tayîb Erdogan jî îro di gotarekê li ser mijara Sûriyê û alûgorên vê dawiyê yên têkildarî vê mijarê de li nav civîna fraksyona AKPê li parlemana wî welatî ragihand: Li bara qanûna bingehîn a nû ya Sûriyê û lidarxistina hilbijartina azad em hema li ser helwêstên xwe yên berê û destpêkê ne.

Erdogan berdewam kir: Tirkiye hemû amadekarî kirine bo şerê dijî DAIŞê li Sûriyê, ew jî piştî biryara Donald Trump, serokomarê Amerîka ya bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.

Erdogan herwiha diyar kir: Em dê hemû komên terorîstî li Sûriyê ji nav bibin, û ev biryara me jî ji ber alûgorên vê dawiyê yên li Sûriyê û vîna Trump a ji bo derketina ji Sûriyê bûye, eger komên din ên terorîst jî hebin, wê demê Tirkiye bi erkê xwe dizane ku rûbirûyê wan bibe û wan ji nav bibe. Erdogan rasterast amaje bi navê wan grûpên din nekir, lê belê tê texmînkirin, ku mebesta wî hêzên Kurdî yên li Sûriyê û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) be.

Wî herwiha got: Em gotinên John Bolton, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê yên li Îsraîlê qebûl nakin.

Her di vê çarçoveyê de serokomarê Tirkiyê, amade nebû ku bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka, John Bolton re bicive û ji ber wê jî Bolton yekser Enqere terikand.

Recep Tayîb Erdogan biryar bû ku îro Sêşem 8ê Kanûna 2019 li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Bolton re, bicive lê belê ji ber mercê Amerîkayê bo parastina Kurdên Sûriyê, Erdogan amade nebû ku bi Bolton re bicive û hevdîtina navbera wan hate hilweşandin.

Piştî hilweşandina civîna li gel Erdogan, Bolton jî yekser dawî bi serdana xwe ya Enqerê anî û ew terikand.

Bolton di serdana xwe ya Tirkiyê de, tenê bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin re hevdîtin pêk anî, ku biryar bû piştî civînê herdu alî beşdarî civîneka rojnamevanî ya hevbeş bibin, lê belê ev civîna rojnamevaniyê jî nehate encamdan.

Hilweşandina civîna Bolton û Erdogan di demekê de ye ku John Bolton berî ku serdana Tirkiyê bike, di daxuyaniyekê de ragihandibû, Amerîka bi du mercan dê ji Sûriyê vekişe, yek ji wan berdewambûna şerê li dijî DAIŞê ye û ya din jî parastîbûna Kurdan e.