Mehkemekirina gumanbarên kuştina balyozê Rûsiyê li Tirkiyê dest pê bû
Çile 08, 2019 13:01 Asia/Tehran
Dozgeriya Tirkiyê qala destpêbûna hilkolandina dosyeya 28 gumanbaran ku destê wan li bûyera kuştina balyozê Rûsiyê li Enqerê hebûye, kir.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya France Pressê, Hilkolandina vê dosyeyê zêde ji du salan piştî kuştina Andrê Karlov balyozê Rûsiyê li Tirkiyê pêk tê û Enqere îdia dike ku Koma Fethullah Gulen sebebkarê wê ye.
Andrê Karlov roja 19ê Kanûna sala 2016an li rêûrisma vekirina galeriyeka berhemên hunerî li bajarê Enqerê, paytexta Tirkiyê, bi gulleyê polîsekî vî welatî hat kuştin.
Ev polîs piştî vî karî bi gulleyê polîsekî din ê Tirkiyê hat kuştin.