Rojhilata Navîn Bolton û Erdogan îro rewşa rojhilatê Firatê gotûbêj dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300046-rojhilata_navîn_bolton_û_erdogan_îro_rewşa_rojhilatê_firatê_gotûbêj_dikin
Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya Amerîkayê bi serokatiya şandeke bilind a welatê xwe ku ji Fermandeyê Navenda Fermandehiya Hêzên Amerîkayê, û Nûnerê Amerîka yê bo karûbarên Sûriyê û şerê DAIŞê, li Enqera paytexta Tirkiyê ye. Biryar e îro ew şanda amerîkî bi Serokomarê Tirkiyê re bicive û mjara vekişyana hêzên Amerîka ji Sûriyê û rewşa rojhlatê Firatê gotubêj bikin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2019 10:09 Asia/Tehran
  • Rojhilata Navîn Bolton û Erdogan îro rewşa rojhilatê Firatê gotûbêj dikin

Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya Amerîkayê bi serokatiya şandeke bilind a welatê xwe ku ji Fermandeyê Navenda Fermandehiya Hêzên Amerîkayê, û Nûnerê Amerîka yê bo karûbarên Sûriyê û şerê DAIŞê, li Enqera paytexta Tirkiyê ye. Biryar e îro ew şanda amerîkî bi Serokomarê Tirkiyê re bicive û mjara vekişyana hêzên Amerîka ji Sûriyê û rewşa rojhlatê Firatê gotubêj bikin

Bi mebesta gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û rol û helwesta aliyên pêwendîdar bi pirsa wî welatî Amerîkayê Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya vî welatî, John Bolton bi serokatiya şandeke bilind a welatê xwe ku ji Fermandeyê Navenda Fermandehiya Hêzên Amerîkayê, Josef Denford û Şanderê Amerîka yê bo karûbarên Sûriyê û şerê DAIŞê, James Jeffrey pêk tê şandiye navçê. Ev şanda amerîkî niha li Enqerê paytexta Tirkiyê ye.

Bolton di serdana xwe ya Îsraîlê de gotibû: "Nerîna Trump, ew e ku Tirkiye Kurdan nekuje û heta rêkeftinek ku wan biparêze, neyê îmzekirin, Amerîka venakişe."

Ev şanda Amerîkayê li Tirkiyê wê bi rayedarên wî welatî re çend hevdîtin û civînan pêk bîne eva  di demekê de ye ku hikûmeta Tirkiyê, ji daxuyaniyên dawî yên hinek berpirsên amerîkî, bi taybetî Mike Pompeo û John Bolton, dilgiran e.

Li Ankarayê, biryar e Bolton ligel serokomarê Tirkiyê û berpirsên wî welatî, mijara Kurdên Sûriyê û rewşa Sûriyê û çend xalên din gotûbêj bike, bi taybetî herdu xalên girêdayî xebata Tirkiyê li dijî bermayên DAIŞê û garantiya wê yekê, ku eger hat û Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişandin, divê Tirkiye êrîşan li dijî hevpeymanên wê, anku Hêzên Sûriya Demokraîtk HSDê, encam nede.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê berevaniya Tirkiyê Xulûsî Akar îdia dike ku şerê artêşa Tirkiyê ne ligel Kurdan e, lê belê ligel PYD, YPG û PKK ye.

Ev şanda amerîkî berî seredana Tirkiyê li Filistîna dagîrbûyî bi rayedarên Rejîma Siyonîstî re gotûbêj kir. Bolton di hevdîtina xwe de bi rayedarên vê rejîmê re  gotibû: "Nerîna Trump, ew e ku Tirkiye Kurdan nekuje û heta rêkeftinek ku wan biparêze, neyê îmzekirin, Amerîka venakişe."