Wezîrê Derve yê Amerîka: Erdogan garantî daye Trump ku êrişî kurdan nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300039-wezîrê_derve_yê_amerîka_erdogan_garantî_daye_trump_ku_êrişî_kurdan_nakin
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo 'dia dike ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Trump re gotiye, piştî derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ew êrişî YPGê û HSDê nakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2019 07:04 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Amerîka: Erdogan garantî daye Trump ku êrişî kurdan nakin

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo 'dia dike ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Trump re gotiye, piştî derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ew êrişî YPGê û HSDê nakin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, duhî beriya ku ber bi Urdinê ve bikeve rê, ji televîzyona CNBC re ragihand, Erdogan ji Trump re gotiye dê li ser şerê dijî DAIŞê berdewam bin û garantiya wê yekê jî daye ku piştî derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, êrişî wan “hêzên ku li kêleka Amerîka şerê DAIŞê kirine” (qesta wî HSD û YPG ye) nakin.

Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka John Bolton jî beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, heta parastina kurdan neyê garantîkirin Amerîka ji Sûriyê dernakeve.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham jî gotibû, di mijara parastina kurdan de baweriya me bi Tirkiyê nayê ji ber wê jî divê ev were garantîkirin.