Zêdebûna berbiçav a dîyardeya revîna bijareyan ji Tirkîyê bi hegera nebûna azadîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300032-zêdebûna_berbiçav_a_dîyardeya_revîna_bijareyan_ji_tirkîyê_bi_hegera_nebûna_azadîyê
Mêdyayên Tirkiyê qala zêdebûna berbiçav a diyardeya derketina kesên şareza û bijare ji vî welatî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2019 15:19 Asia/Tehran
  • Zêdebûna berbiçav a dîyardeya revîna bijareyan ji Tirkîyê bi hegera nebûna azadîyê

Mêdyayên Tirkiyê qala zêdebûna berbiçav a diyardeya derketina kesên şareza û bijare ji vî welatî kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zxarê rojameya Huriyetê, Rêxistina Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê îro bi daxûyaniyekê ragihand: Diyardeya derketina şarezayan ji vî welatî di salên bihurî da bi taybet di sala  2017an da di nava kesên xwenda zêdebûneka berbiçav hebûye û  û hegerea wê ya sereke nebûna azadiyê hatiye ragihandin.

Li dxûyaniya Rêxistina Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê hatiye: Hejmara welatiyên Tirkiyê ku di sala 2017an da penaberî welatên din bûne, sedî 42.5ê zêde bûye û ghîştiye 253 hezar û 640 kesî.

Li gorî rapora vê rêxistinê, Di 11 mehên destpêka sala 2018an da hezar û 20 kesên ku sta xwendina wan a bilind heye, koçî Holandayê kirine.