Zêdebûna berbiçav a dîyardeya revîna bijareyan ji Tirkîyê bi hegera nebûna azadîyê
Mêdyayên Tirkiyê qala zêdebûna berbiçav a diyardeya derketina kesên şareza û bijare ji vî welatî kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zxarê rojameya Huriyetê, Rêxistina Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê îro bi daxûyaniyekê ragihand: Diyardeya derketina şarezayan ji vî welatî di salên bihurî da bi taybet di sala 2017an da di nava kesên xwenda zêdebûneka berbiçav hebûye û û hegerea wê ya sereke nebûna azadiyê hatiye ragihandin.
Li dxûyaniya Rêxistina Amarê (Estatîstîk) ya Tirkiyê hatiye: Hejmara welatiyên Tirkiyê ku di sala 2017an da penaberî welatên din bûne, sedî 42.5ê zêde bûye û ghîştiye 253 hezar û 640 kesî.
Li gorî rapora vê rêxistinê, Di 11 mehên destpêka sala 2018an da hezar û 20 kesên ku sta xwendina wan a bilind heye, koçî Holandayê kirine.