Bi rêya e-mailan gef li HDP`yîyan tê xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300013-bi_rêya_e_mailan_gef_li_hdp_yîyan_tê_xwarin
Endama Komisyona Dadê ya HDP`ê li Parlimana Tirkîyê Ayşe Acar Başaran da zanîn: Parlamenter, serokên şarevaniyan û namzetên wan ji alîyê "Tima Tolhildanê ya Tirk" ve, dikevin ber gefê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2019 07:58 Asia/Tehran
  • Bi rêya e-mailan gef li HDP`yîyan tê xwarin

Endama Komisyona Dadê ya HDP`ê li Parlimana Tirkîyê Ayşe Acar Başaran da zanîn: Parlamenter, serokên şarevaniyan û namzetên wan ji alîyê "Tima Tolhildanê ya Tirk" ve, dikevin ber gefê.

Ayşe Acar Başaranê bi daxûyaniyekê da zanîn: Ji roja 3`yê Mijdarê ve heta niha, bi rêya E-mailan gef li wan tê xwarin.

Nameyên gefan ên bi E-Mailan, bi navê Tîma Tolhildanê ya Tirk, têne birêkirin û gotinên wek: Ev welat ne bêxwedan e, hûn dê berdêlên giran bidin, dê hemû hesaban ji we bipirsîn, têne hinartin.

Parlamentera HDP`ê Ayşe Acarê bang li hikûmeta Tirkîyê kir û ragihand: Her êrişek li ser endamek HDP`ê were kirin, AKP berpirsyar e.

Acarê da zanîn, di salên 1990`an de jî, heman tehdît li ser Kurdan dihate kirin û bi hezaran kes di bin çavan de bêserûşûn kirin.