Hişyariya HDPê bo hevpeymaniya partiyên dijber: Hûnê bêyî berçavgirtina hogirên HDPê ser nekevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299995-hişyariya_hdpê_bo_hevpeymaniya_partiyên_dijber_hûnê_bêyî_berçavgirtina_hogirên_hdpê_ser_nekevin
Serokê Fraksiyona Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li Parlemana Tirkiyê, derbarê bandora nerênî ya berçavnegirtina hogirên HDPê û daxwzên wan li hilbijartinê hişyarî da Opozîsiyonê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2019 15:18 Asia/Tehran
  • Hişyariya HDPê bo hevpeymaniya partiyên dijber: Hûnê bêyî berçavgirtina hogirên HDPê ser nekevin

Serokê Fraksiyona Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li Parlemana Tirkiyê, derbarê bandora nerênî ya berçavnegirtina hogirên HDPê û daxwzên wan li hilbijartinê hişyarî da Opozîsiyonê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Auyhan Bîlgen Serokê Fraksiyona HDPê li parlimana Tirkiyê tevî amajeya bi hilbijartina şaredariyan a 2019an li Tirkiyê, got: Li hilbijartina şaredariyan stratijya me lawazkirina rêjîma yek kesî li Tirkiyê ye, hevpûeymaniya digel partiyên kurdan li navçeyên kurdnişîn û piştevaniya ji tevgerên Dêmokrasîxwaz li rojavaya Tirkiyê ye,.

Bedevkê HDPê got: Heke bereya Opozîsiyon bikare li çarçova opozîsiyoneka kamil û giştalî tevbigere ku Partiya Komarxwaz a Gel CHP) û Iyî Partiyê heta radeyekê ev lihevkirine pêk anîne, divêpêvajoyek li wir were şopandin ku tevahiya kesan bigire ber xwe. Nakokiya li bajarên mezin gellek kêm e û ji ber vê yekê em nkarin bêjin "Ez vê beşa gel berçav nagirim, ewna dê neçar bin dengê xwe bidin me".