Berbijarê MHP li hilbijartinên şaredariyan bi tawana îhaneta li Erdoganê kete zîndanê
Cevdet Aldağ (Cewdet Aldag) berbijarekî partiya nejadperest a Hereketa Neteweyî (MHP) bi tawana îhaneta li şexsê yekim yê Tirkiyê ji aliyê cendermeyên parêzgeha Zonguldakê hat girtin û kete hewsê.
Li gor nûçeya rojnama Cumhuriyyetê, Cevdet Aldağ berbijarê MHPê yê ji bo şaredariya bajarê Qaramanê yê parêzgeha Zonguldakê li gor fermana dozgerê vê parêzgehê bi tawana îhaneta li serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wek şexsê yekim yê welêt bi destê cendermeriya Zonguldakê hat girtin.
Ev endamê MHP ku bi xwe endamekî berê yê polîsê Karamanê ye tawanbar e di 26 Kanûna 2018 li Tûrên civakî de îhanet li Erdogan kiriye û ji ber vê yekê dozgerê Zonguldakê fermana girtina wî da û duh li dadgehê hat mehkûmkirin û ew şandin zîndana Bîcumeyê.
MHPê jî li ser girtina wî daxuyanî daye û xwestiye ku ser vê yekê lêkolî were kirin.