Tirkiye daxwaza Amerîka derbarê S 400 de red dike
Hewldaneke din a Amerîkayê ji bo razîkirina Tirkiyê ku sîstema S 400 ji Rûsyayê nekire, têk çû.
Ajansa “Yeni Şafak” diyar kir, Amerîka qayil bû 80 mûşekên Patriot bi buhaya 3.5 milyar Dolar bifiroşe Tirkiyê da ku ew sîstema S 400 ji Rûsyayê nekire, lê Tirkiye daxwaza şikanina nirx û pereyên veguhastina çêkirina teknolojî dike.
Wê ajansê desnîşan kir ku daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê ku sîstema berevaniya S 400 ji Rûsyayê nekire, di serdana şanda amerîkî ya di vê hefteyê de hat raberkirin.
Yeni Şafak diyar kiriye ku nirxê kirîna S 400 ji Tirkiyê re biqasî sê qatan erzantir ji kirîna mûşekên Patriot e.
Di meha Kanûna 2017an de Rûsya û Tirkiye li ser firotana mûşekên S 400 bo Tirkiyê bi qerz lihev kiribûn. Tirkiyê beşeke pereyan bi xwe dide û beşê din wek qerz dimîne.
Derbarê gotûbêjên Washington û Enqerê li ser kirîna Patriota Amerîkî, Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihandibû, kirîna sîstema mûşekî ya Patriota Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, ti pêwendiya wê bi firotana sîstema S 400 a Rûsî re nîn e. Moskow û Enqere ji bo bicihkirina girêbesta xwe berdewam in.
Pêştir çend rojnamên Amerîkî belav kiribû, yek ji sedemên biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê vedigere ser firotana sîstema mûşekî ya Patriota bo Tirkiyê .