Firîna firokeyan navbera Hewlêr û Diyarbekirê dest pê bû
Serokê Odeya bazirganiyê ya bajarê Diyarbekirê li Kurdistana Tirkiyê qala destpêbûna firrînên rasterast navbera firokexaneya vî bajarî û Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Serokê Odeya bazirganiyê ya bajarê Diyarbekirê (Amed) li Kurdistana Tirkiyê, Mihemed Qaya li hevpeyivîna bi kanala Kurdistan 24ê da got ku ji meha Sibata 2019an va, firrînên rasterast navbera firokexaneya vî bajarî û Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê dest pê dibe.
Wî destnîşan kir ku ev kar bandoreka girîng ser pêketina li warê abûrî yê Amedê dike; Ji ber ku Hewlêr dergeha ticarî ya girîng ji bo vî bajarî tê zanîn.
Wî her wiha got ku qasa derfirotina bajarê Amedê di sala 2018an da gihîşte 200 miliyon dolarî û bi destpêbûna firrîna firokeyan navbera Hewlêr û Amedê, pêşbînî tê kirin ku di sala 2019an da ev qas zêdetir bibe.