Çekdarekî Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin
Erkantiya gişt a Artêşa Tirkiyê Îniyê bi şev ragihand ku eskerekî vî welatî bi destê hêzên PKKê li bakurê Iraqê hatiye kuştin.
Li gorî rapora IRNAyê, Erkantiya gişt a Artêşa Tirkiyê ragihand: Ev eskerê tirkiyeyî di çarçova operasiyona ku artêşa Tirkiyê li dijî PKKêî li bakurê Iraqê pêk tîne, hatiye kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji derdora 9 mehan beriya niha va operasiyona leşkerî ya berfireh li bakurê Iraqê bi armanca tiştê ku têkoşîna dijî hêzên PKKê daye zanîn, dest pê kiriye.
Ev destdirêjiya artêşa Tirkiyê tûşî berteka tund a dewleta Iraqê û welatên din ên cîhanê bûye.
Wezareta karên derve ya Iraqê heta niha bi caran destdirêjiya hêzên Tirkiyê li ser axa Iraqê şermezar kiriye û ragihandiye ku ev kar dê tu alîkariyekê bo pêşketina pêwendiyên du welatan neke.