Berteka Tirkiyê li hember gotinên Pompeo li bara Kurdên Sûriyê
Wezareta karên derve ya Tirkiyê li hember gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara garantiya Enqerê derheq parstina Kurdên Sûriyê, bertek nîşan da.
Li gorî rapora Spûtnîkê, wezareta karên derve ya Tirkiyê bersiva gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo da ku gotibû, Waşington dixwaze piştrast be ku Tirkiye li Sûriyê Kurdan nakuje.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê, îro îniyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Axivtinên Mike Pompeo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara komên Kurd ên li Sûriyê, ji ber nebûna agahiyên pêwîst in.
Berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy di daxuyaniyekê de ragihand: Em gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Pompeo, yên ku li malpereke nûçeyan di çarçoveya Sûriyê de ji bo welatê me hatine gotin ji hêla şêwe û naverokê ve red dikin.
Mike Pompêo, li hevpeyvîna bi malpera nûçeyan a News Max`ê re ku nêzîkî mihafizekarên Amerîkayê ye gotibû: Girîngiya garantiyeka wiha eva ye ku Tirkiye, kurdan nekujin û kêmîneyên olî yên li Sûriyê werin parastin. Hemî ev meselane hîn jî pişkek ji pêsparteya Amerîkayê ne.