Rayedarên amerîkî ji tawanbarên darbeya Tirkiyê jêpirsîn kirin
Taximeka payebilind a amerîkî ji sê tawanbarên darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an a Tirkiyê jêpirsîn pêk anîn.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, ev taxima ji rayedarên wezareta dadweriyê û polîsê Federal ê Amerîkayê (FBI) pêk hatiye ku ji bo lêkolîna li ser desthebûna Koma Fethulah Gulen, neyarê dewleta Tirkiyê li darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê ya sala 2016`an seredana Enqerê kiriye.
Ev taxima li roja yekem a sefera xwe ya durojî bo Enqerê, bi vîdêokonferansê ji Kemal Batmaz (melayê Koma Gulen) û du kesên din ku navê wan nehatiye aşkerakirin, jêpirsîn pêk anî.
Rayedarên Tirkiyê hêvîdar in lêkolînên li ser dosiya darbeyê ji aliyê vê taximê ve bibe sedema vegerandina Fethulah Gulen bo Tirkiyê.
Amerîkî bi taybet Donald Trump, Mijdara sala 2018`an xwesteka Tirkiyê ya ji bo vegerandina Gulen red kiribûn û gotibûn ku wê di vî warî de çi karekî nekin.
Hikûmeta AKPê û serokomarêTirkiyê Erdogan Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dide zanîn, lê Gulen bi xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.
Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an zêde ji 50 hezar kes heya niha bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî ji kar û şuxilên dewletî li vî welatî hatine derxistin.
Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.