Serokwezîrê Pakistanê gihêşt Enqerê
Serokwezîrê Pakistanê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên pilebilind ên Tirkiyê re îro îniyê gihêşt Enqera paytexta vî welatî.
Li gorî rapora malpera rojnama Yêni Şafakê çapa Tirkiyê, Umran Xan, serokwezîrê Pakistyanê ku bi taximeke pilebilind re pêncşmeiyê şevê ser deweta Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê gihêştibû vî welatî, piştî seredana ziyareta Mewlana Celaledînê Muhemed Belxî, helbestvan û arifê bi nav û deng ê îranî li bajarê Qoniyê, îro gihêşt Enqerê.
Umran Xan piştî ziyareta meqbera Mewlana li gotûbêja bi nûçegîhanan re, Mewllana wekî yek ji helbestvan û kesayetiyên giring ên Tesewufê da zanîn.
Umran Xan, serokwezîrê Pakistyanê biryar e îro îniyê bi serokkomarê Tirkiyê re hevdîtinê pêk bîne û li bara berfirehkirina peywedniyên navbera her du welatan, , her wiha alûgurên navçeyî û navneteweyî gotûbêjê bikin.
Berfirehkirina hevkariyên li warên ewlehî û berevaniyê û her wiha meselên navçeyî û navneteweyî yên li gor elaqetên her du aliyan ji mijarên herî giring ên gotûbêja navbera Umran Xan, serokwezîrê Pakistanê bi rayedarên Tirkiyê re hatiye raghandin.
Şah Mehmûd Qureyşî, wezîrê karên derve yê Pakistanê û çend rayedarên din, li sefera du rojî bo Tirkiyê, hevrêtiya Umran Xan dikin.
Umran Xan, serokwezîrê Pakistanê pêştir li sefera Erebistan, Malizya û Çînê bi rayedarên pilebilind ên van welatan hevdîtin û gotûbêj kiribû.