Serokwezîrê Pakistanê gihêşt Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299909-serokwezîrê_pakistanê_gihêşt_enqerê
Serokwezîrê Pakistanê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên pilebilind ên Tirkiyê re îro îniyê gihêşt Enqera paytexta vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2019 12:33 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Pakistanê gihêşt Enqerê

Serokwezîrê Pakistanê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên pilebilind ên Tirkiyê re îro îniyê gihêşt Enqera paytexta vî welatî.

 Li gorî rapora malpera rojnama  Yêni Şafakê çapa Tirkiyê, Umran Xan, serokwezîrê Pakistyanê ku bi taximeke  pilebilind re pêncşmeiyê şevê ser deweta Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê gihêştibû vî welatî, piştî seredana  ziyareta Mewlana Celaledînê Muhemed Belxî, helbestvan û arifê  bi nav û deng ê îranî li bajarê Qoniyê, îro gihêşt Enqerê.

 Umran Xan piştî ziyareta meqbera  Mewlana li gotûbêja  bi nûçegîhanan re, Mewllana  wekî yek ji helbestvan û kesayetiyên  giring ên  Tesewufê da zanîn.

Umran Xan, serokwezîrê Pakistyanê biryar e îro îniyê bi serokkomarê Tirkiyê re hevdîtinê pêk bîne û li bara berfirehkirina  peywedniyên navbera her du welatan, , her wiha  alûgurên navçeyî û navneteweyî gotûbêjê bikin.

 Berfirehkirina  hevkariyên  li warên ewlehî û berevaniyê û her wiha  meselên navçeyî û navneteweyî yên li gor  elaqetên  her du aliyan ji mijarên  herî giring ên gotûbêja  navbera Umran Xan, serokwezîrê Pakistanê bi rayedarên  Tirkiyê re hatiye raghandin.

 Şah Mehmûd Qureyşî, wezîrê karên derve yê Pakistanê û çend rayedarên din, li sefera du rojî bo Tirkiyê, hevrêtiya  Umran Xan dikin.

Umran Xan, serokwezîrê Pakistanê pêştir li sefera Erebistan, Malizya û Çînê bi rayedarên pilebilind ên  van welatan hevdîtin û gotûbêj  kiribû.