Hevdîtina wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê û hilkolandina guhertinên navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299904-hevdîtina_wezîrên_derve_yên_tirkiye_û_iraqê_û_hilkolandina_guhertinên_navçê
Wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê li hevdîtina xwe ya li Enqerê pirsgirêk û guhertinên herî girîng ên navçê hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2019 11:32 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê û hilkolandina guhertinên navçê

Wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê li hevdîtina xwe ya li Enqerê pirsgirêk û guhertinên herî girîng ên navçê hilkolandin.

Ajansa Anadoluyê (AA) ya hikûmeta Tirkiyê ragihand ku wezîrê derve yên Tirkiye Mewlûd Çawûşoglu  û wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm duh li paytexta Tirkiyê Enqerê bi hev re rûniştin û ser pêwendiyên du welatan û rewşa navçê axivtin.

Li vê hevdîtinê de wezîrên derve yên Tirkiyê û Iraqê ser pêwendiyên dualî, şerê li dij terorîsmê li navçê, jinûveavakirina Iraqê gotûbêjkirin.

Wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm pêncşemê bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re ji bo gotûbêja bi rayedarên Tirkiyê re sefera Enqerê kir.