Erdogan: Em bo jinavbirina PKKê ligel Berhem Salih rêkeftin
Duh Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtinek ligel seokomarê Iraqê Berhem Salih aşkere kir ku ew ligel Berhem Salih rêkeftine ku PKKê jinav bibin.
Duh Seokomarê Iraqê Berhem Salih serdana Enqerê kir. Navendên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê serdena Berhem Salih aşkere kirin ku armanca wê serdanê têkbirina PKKê ye li Iraq, Sûriyê û Tirkiyê.
Piştî hevdîtina duqolî Erdogan aşkere kir ku wê peywendiyên serbazî, aborî emnî li Iraqê baştir bikin. Herwiha Erdogan got: Em dixwazin ku bi Iraqê ra di qada ewlehiyê da jî têkilî û hevkariyê xurt bikin. Bi taybetî gelek tişt hene ku em di sanayiya parastinê da bikin. Eskerî, bazirganî, aborî, çandî... Di van hemû qadan da û di gelek qadên din da em dikarin bi hev ra bixebitin. Lê ji her tiştî girîngtir ewlehî ye. Rêxistinên terorê yên wek DAIŞ, PKK û FETOyê him ji bo Tirkiyê him ji bo Iraqê tehdîd e. Di têkoşîna me ya dijî terorê da ji bo ku em serkeftî bibin em di hevfikir in ku xebata bi hev ra girîng e. Em bi hûrgilî li ser van mijaran sekinîn."