Erdogan: Me 5 mîlyar dolar ji bo jinûveavakirina Iraqê terxan kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299883-erdogan_me_5_mîlyar_dolar_ji_bo_jinûveavakirina_iraqê_terxan_kiriye
Serokomarên Iraq û Tirkiyê li Enqerê li ser alûgorên herî dawîn ên navçê û meselên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin û helwêstên xwe raber kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2019 14:48 Asia/Tehran
  • Erdogan: Me 5 mîlyar dolar ji bo jinûveavakirina Iraqê terxan kiriye

Serokomarên Iraq û Tirkiyê li Enqerê li ser alûgorên herî dawîn ên navçê û meselên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin û helwêstên xwe raber kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmeriye News`ê, Berhem Salih, serokomarê Iraqê ku seredana Tirkiyê kiriye bi Receb Teyîb Erdogan , serokomarê vî welatî re li ser rêbazên xurtkirina peywendiyên dualî û alûgorên herî dawîn ên navçê û pêwîstiya kêmkirina kêşeyê gotûbêj kir.

Nivîsgeha ragihandinê ya serokomarê Iraqê ragihand ku Salih bi Erdogan re li ser berfirehkirina hevkariyên hevpar ên di navbera Bexda û Enqerê de gotûbêj kir.

Her du alî herwiha li ser mijarên ku Tirkiye û Iraq re girîng in û meselên ku di navbera wan de hene û rêbazên çareseriya wan gotûbêj kirin.

Erdogan herwiha li civîna xwe ya hevpar a çapemeniyê ya bi Berhem Salih re pêgîrî kir: Me 5 mîlyar dolar ji bo jinûve avakirina Iraqê terxan kiriye û her du welat wê hevkariyên xwe yên li ser şerrê dijî terorîsmê zêde bikin.

Wî li dewamê herwiha got: Asta danûstandinên bazirganiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyê de di sala 2018`an de gihîşte 16 mîlyar dolarî. Em ji Iraqê dixwezin hevhatina hevkariyan û handana bo sermayedanînên dualî cih bîne.

Erdogan pêgîrî kir: Hin rêxistin weke DAIŞ û Partya Karkerên Kurdistanê, gefan li ewlehiya Tirkiye û Iraqê dixwen.

Berhem Salih jî pêgîrî kir: Iraq ber bi qonaxeka nû yanî ji nûveavakirinê ve diçe. Welatê me dixweze ku bi Tirkiye re hevkariyeka stratêjîk hebe. Me hewcetî bi sergêriya biyaniyan nîne ji ber ku gelên me dikarin ji bo bidawîanîna pevçûnan bi hev re hevkariyê bikin. Hewcetiya me bi hevhatineka giştalî bi Tirkiyê re li ser mesele û mijarên curbicur ên di navbera du welatan de heye.

Wî li dewamê herwiha got: Me li ser mijara Sûriyê û pêwîstiya kivşkirina çarenivîsa wê bi destê xelkê vî welatî, gotûbêj kir. Em ji bo pêkanîna navçeyekê ku em bikaribin berjewendiyên xwe yên hevpar têde bişopînin, hevkariyê dikin.

Berhem Salih, îro li serokatiya taximeka payebilind derbasî Enqerê bû.