Taxima emerîkî bona hilkolandin û gotûbêja li bara dosiya cimaeta Gulen gihêşt Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299877-taxima_emerîkî_bona_hilkolandin_û_gotûbêja_li_bara_dosiya_cimaeta_gulen_gihêşt_enqerê
Taximeke emrîkî ku hin endamên polîsê federala Emerîkayê (FBI) jî têde hene, bona gotûbêja ser dosiya cimaeta Gulen û peywedniya wan bi darbeya bê encam a 15 tîrmeha 2016`an gihêştin Enqerê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2019 13:35 Asia/Tehran
  •  Taxima emerîkî bona hilkolandin û gotûbêja li bara  dosiya cimaeta Gulen gihêşt Enqerê

Taximeke emrîkî ku hin endamên polîsê federala Emerîkayê (FBI) jî têde hene, bona gotûbêja ser dosiya cimaeta Gulen û peywedniya wan bi darbeya bê encam a 15 tîrmeha 2016`an gihêştin Enqerê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona NTV`yê, taximeke emerîkî ku hin endamên  polîsê federala Emerîkayê (FBI) jî di nava wan de hene bona gotûbêja ser dosiya cimaeta Gulen û peywendiya wê bi darbeya bêencam a 15 tîrmeha 2016`an  gihêştin Enqerê.

Ev taxima emerîkî ku dê du rojan li Tirkiyê bin, dê peywdniyên  curbicur bi Wezareta karên derve, wezareta dadwerî û  wezareta karên hundir a Tirkiyê re hebe. Yekim pêngava  vê taxima emerîkî  seredaba dadgeha Enqerê û piştî wê hilkolandina îtiraf û gotinên  tawanbarên  dosiya cimaeta Gulen e.

 Dawîn  lêzanînên bidesthatî ji vê taximê, hevdîtin û gotûbêja bi Kemal Batmaz ji tawanbarên  sereke yên  darbeya  bêencam a 15 Tîrmehê û alimê cimaeta Gulen re ye.