Parlamenterekî CHP`ê: Rewşa niha rê nade rêbazên aştiyane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299850-parlamenterekî_chp_ê_rewşa_niha_rê_nade_rêbazên_aştiyane
Parlamenterekî CHP`ê derbarê pirsgirêkên Kurdan û îtifaqên ji bo hilbijartinên şaredariyan de daxuyanî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2019 16:07 Asia/Tehran
  • Parlamenterekî CHP`ê: Rewşa niha rê nade rêbazên aştiyane

Parlamenterekî CHP`ê derbarê pirsgirêkên Kurdan û îtifaqên ji bo hilbijartinên şaredariyan de daxuyanî da.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Abdullatif Şener derbarê pirsgirêkên Kurdan de got: “Piştî ku Tirkiyê leşker şandin Sûriyê û derbasî nav Efrînê bû li Tirkiyê partiyên siyasî derbarê pirsgirêkên Kurdan de mixabin ti daxuyaniyên berçav nadin. Di vê mijarê de bêdengiyek heye û xwe nebihîstî û nedîtî dikin. Mixabin rewşa niha rê nade rêbazên aştiyane”

Şener wiha got: “Partiyên siyasî carnan li gor bernamê  ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan daxuyaniyên erênî didin lê dema ku bername tê guhertin mixabin hinek partî xwe ji vê mijarê dûr dixin.”

Parlamenterê CHP`ê amaje bi wê yekê kir ku divê partîyên muxalefetê yên Tirkiyê jî derbarê “operasyona Efrînê” de gotina xwe hebin û anî zimîn: “Ji ber ku deshilatdar xwediyê hêza medyayê ye ev mijar kiriye meseleyek netewî. Lewma partiyên dijbere jî ji xeta desthilatdariyê helwesteke cuda nîşan nadin.”

Derbarê îtifaqên ji bo hilbijartinên 31ê Adara îsal ên şaredariyên Tirkiye  jî Şener wiha axivî: “Wek hûn dizanîn ji aliyekê AKP û MHP di navbera xwe de îtifaqa bi navê Cumhur pêk anîne. Ji aliyê din ve jî ÎYÎ Partî û CHPê Îtifaqa Mîllet pêk anîne. Ji bilî van îtifaqan, HDP heye ku rêjeyeke bilind a dengên xwe heye.”

Şener derbarê îtifaqa ligel HDPê de jî da zanîn ku di navbera rayêdarên herdu aliyan de hinek danûstandin hene lê heta niha jî ti îtifaq diyar nebûye û got: “Diyar e HDP bixwe dê polîtikaya xwe ya hilbijartinan diyar bike û wisa xuya dibe ku dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Herwiha dibe ku li hinek bajaran namzedê xwe derbixe û li hinek bajaran piştgiriya namzedên hinek aliyên din bike.