PKK`ê êrişî bargehekî leşkerî li Igdirê kir
Çile 01, 2019 16:52 Asia/Tehran
Piştî êrişên Şirnex û Cizîrê, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îgdirê jî êrişî baregeheke leşkerî kir.
Piştî êrişên Şirnex û Cizîrê, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îgdirê jî êrişî baregeheke leşkerî kir.
Li gorî rapora Rudavê ji zarê çavkaniyên medya Tirkiyê, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Îgdirê ser sînorê Îranê bi mûşekan, êrişî baregeheke serbazî ya Tirkiyê kir.
Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de serbazek birîndar bûye.
Danê sibê jî, Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi balefirên bêpîlot li Cizîr û Şirnexê êrişî baregehên serbazî kir. Medya Tirkiyê dabû xuyakirin, di êrişan de kuştî û birîndarên wan tunene.