Erdogan fermandarê operasyona Efrînê guhert
Çile 01, 2019 15:09 Asia/Tehran
Ew fermandarê leşkerî yê Tirkiyê ku berpirsê yekem ê Operasyona Çiqilê Zeytûnê ya ji bo kontrolkirina herêma Efrînê bû, bi biryareke Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat guhertin.
Fermandarê giştî yê herdu operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê, Ferîqê Yekem, Ismail Metîn Temel, bi biryareke Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyîb Erdogan, hat guhertin û ji bo karekî din hat erkdarkirin.
Îsmail Metîn Temel bi biryara Erdogan weke Serokê Fermangeha Dûvçûn û Nirxandinê di Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê de hat destnîşankirin.
Herwiha Fermandarê Giştî yê Artêşa Sêyem a Tirkiyê, Mistefa Barût jî weke Serokê Fermangeha Dûvçûnê û Nirxanidnê di Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê li Erzincanê hatiye destnîşankirin.