7 endamên HDP`ê li Adanayê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299813-7_endamên_hdp_ê_li_adanayê_hatin_girtin
Li bajarê Adana yê Tirkiyê 7 endamên HDP`ê bi hinceta propagandeya ji bo PKK`ê, hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2019 14:48 Asia/Tehran
  • 7 endamên HDP`ê li Adanayê hatin girtin

Li bajarê Adana yê Tirkiyê 7 endamên HDP`ê bi hinceta propagandeya ji bo PKK`ê, hatin binçavkirin.

Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê bajarê Adanayê, polisan ser hejmarek malên Kurdan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di encama lêgerîn û lêpirsînan de, 2 ji wan jin bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Serdozger, van endamên HDP`ê piştgirî dane çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê û li bin wêneyên Abdullah Ocalan de wêne girtine.

Ev 7 endamên HDP`ê di avahiya ewlekariyê ya bajarê Adanayê de tên girtin.